Mesrûr Barzanî: Heq yeke û ol rêyên wî ne
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di dema pêşwazîkirinê de ji şandeke pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê, amaje bi axivtinke Mewlana Celaledînê Rûmî dike ku bandor li ser wî hebûye û di wê vîdyoyê de ku hijmarete xwe ya taybet de li tora civakîya Tiwîterê de belavkirîye,
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di dema pêşwazîkirinê de ji şandeke pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê, amaje bi axivtinke Mewlana Celaledînê Rûmî dike ku bandor li ser wî hebûye û di wê vîdyoyê de ku hijmarete xwe ya taybet de li tora civakîya Tiwîterê de belavkirîye, dibîje: (Heq wek kopîtka çîyayekê ye ku çendîn rê hene daku bigehî kopîtkê), li ba min jî ew rêyên hanê ol in , lê heq yeke. Ev hemû hevdû temam dikin. Her yek ji van pêkhateyên olî heke li gel pirênsîpa bihevre jîyanê neban daşên gelek pirsgirêkan durist bikin.
Herweha daxwaz ji amadebûyan dike, ku ewa heya niha Kurdistan pê re maye û şîyaye bi cwanî xwe li cîhane bide nasîn, ew cwanî û bi hev re jîyane û hun berdewam bin li ser wê yekê.
Peaceful coexistence long been one of our greatest strengths and we must do all we can to preserve it. #ToleranceDay was an opportunity to renew our commitment to working together for a #StrongerKurdistan. pic.twitter.com/0rHGkjQwmh
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) November 18, 2019
Mesrûr Barzanî, ev axivtinê bo endamên wê şandê kiribû ku ji nwênerînîya olên Îslamî, Kirîstîyan Êzdî, Kakeyî, zerdeştî, Sabîeyên Mendayî, Behayî pêkhatibûn û gengeşe li ser pêşxistina bihev rejîyana olî û lûburînê li Herêma Kurdistanê kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê da ku ol temamkerên hevdû ne û armanca wan rênîşandana mirove bo rêya rast. Got jî: Yek ji rûyên geşên ezmûna Herêma Kurdistanê ku tim cihê şanazîyê ye bo me û cihê stayîşa civaka nêvdewletîye ev bi hevre jîyan û tebayîye ku di navbera pêkhateyên olîyê Herêma Kurdistanê de heye.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, tekez jî li ser wê yekê kir ku Kurdistan welat û malê me hemûyane û pêwîste em hemû kar li ser geşepêdana hizra navendgîr û bi hevre jîyanê li Herêma Kurdistanê bikîn û hemû rojên me rojên bi hevre jîyan û lûburînê be.