Qubad Talebanî: Nabe pirisgirêkên kevin bikîn bîyanû bo niha

Evro Zanko ya Emerîkî li Dihokê, karên dîdara (Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn) destpêkir.

K24- Hewlêr

Evro Zanko ya Emerîkî li Dihokê, karên dîdara (Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn) destpêkir.

 Di yekem roja karên dîdarê de, evro Sêşembîyê 19/11/2019 her yek ji (Qubad Talebanî, cêgirê serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê û Bêrnar Koşner, wezîrê derve yê Firansayê yê berê) di panêlekê de behsa peywendîya di navbera (hukmranîya baş û aştî ya deverî) dikin.

 Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di wê dîdarê de derbarê kawadnên nearama deverê ragehand: Peywendî di navbera aramî û rêvebirina baş de heye).

Xuya jî kir: ( Heke te rêveberîyek baş nebe û xizmeteke baş nekey, xelk nerazî dibe û welat na aram û na akincî dibe).

Ragehand jî: hikumeta Îraqê tim kabîne ûû pirisgirêkên berê kirîne bîyanû, lê xelkê Îraqê êdî êdî wan bîyanûyan qebûl nake û daxwazîya xizmetguzarîyê zêdetir dikin.

Derbarê Herêma Kurdistanê jî ragehand: Me destkirîye bi çaksazîyên xwe bo baştirkirina hukmranîyê. Me hewil daye çavkanîyên dahatê zêde bikîn û bindîwaran nehêlîn. Kertên perwerde û tenduristîyê ber bi pêşve dibîn. Renge bo demeke kurt hevrûşî  hinek pirsgirêkan bibîn. Çaksazî bi xwe jî hinek caran azarbexşe; lê em evan karan dê encam bidîn.

Dûpat jî kir, hikumeta Herêma Kurdistanê hewil dide sûd û mifayê ji ezmûna welatn wergire.