Çekdarên Ser bi Tirkiya ve Kiçek ji Efrênê revandin

Girûpên çekdar li bajarê Efrînê kiçeke 15 salî ji bajarê Efrênê revandin.

K24- Hewlêr

Girûpên çekdar li bajarê Efrînê kiçeke 15 salî ji bajarê Efrênê revandin.

Ajanseke ser bi Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand: Encamdana tawanan ji alîyê girûpên Çekdar li dijî welatîyên Kurd berdewame.

Li gor heman ajansê, girûpa Feyleq a Şam kiçeke 15 salî bi navê Rûiya Henano ji gundê Xezawîye, ser bi navçeya Şêrawe li Efrînê revcandine û ber bi cihek nedîyar birine.

Li gor ku hatîye belavkirin, berî revandina wê, wan çekdaran, bê sedem çend caran gef li wê kiribûn.

Di heftîya burî de jî Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovan ragehandibû, ku girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve 13 welatîyên Kurd ji bajarê Efrînê revandin bê ku tuhmeta wan kesên revandî aşkera bikin. Dûv re jî 3 kes ji wan berdan; lê yên din heya niha çarenivîsa wan nedîyare.