Xwnîşandanên Tehranê kuştin jê çêbûn

Ajansa ÎSNA û Faris Niyoz belav klirîne, sê endamên hêzên ewlekarîyên Îranê li Tehrana paytexta ji alîyê xwenîşanderan hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Ajansa ÎSNA û Faris Niyoz belav klirîne, sê endamên hêzên ewlekarîyên Îranê li Tehrana paytexta ji alîyê xwenîşanderan hatin kuştin.

Li gor wan dû çavkanîyan, dû ji wan kuştîyan endamên hêzên Besîv in û ewê dî jî ser bi Sûpayê Pasdaran e.

Murteza Îbrahîmî, fermandeyê li Sûpayê Pasdaran, yeke ji wan kuştîyan.

Ev di demekê de ye, li gor çavkanîyên na fermî, bi dehan kes ji rêza xwenîşanderan hatîne kuştin, lê hikumeta Îranê heya niha kuştina pênc xwenîşanderan piştrast kirîye.

Herweha, bi sedema xwenîşandanan nêzîkî hezar kes hatîne girtin.

Bi sedema zêdekirina behayê sûtemenîyê 5 roje xwenîşandan li Îranê destpêkirîye û li hinek deveran jî tundûtîjîyeke mezin hebûye.