Sendîkeya Rojnamevanan yekem şehîdê rojnamevan ê Kurd di şoreşa Sûriyê de bibîr tîne

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê bi salvegera 7emîn a yekem Şehîdê rojnamevan ê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Hozan Abûzêd daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê bi salvegera 7emîn a yekem Şehîdê rojnamevan ê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Hozan Abûzêd daxuyaniyek belav kir.

Encûmena Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê îro 19 Mijdarê bi daxuyaniyekê salvegera yekem şehîdê Kurd ê rojnamevan di şoreşa Sûriyê de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şehîd Hozan Abûzêd bibîr anî û ragihand, “ Şehîdê rojnamevan Hozan roja 19.11.2012an di dema bûyêrên li Serê Kaniyê bi kamîreya xwe belge dikir, bi guleya çekdarên PYD şehîd bûbû.”

Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê amaje bi wê kir, “Di dema em şehîd Hozan bibîr tînin, gelê me rastî dagîrkeriya Tirkiyê û mîlîşyayên wê ve hatiye û ji Serê Kaniyê, Girê Sipî û navçeyên din koçber bûye.”

Di daxuyaniya Sendîkeyê de hat, “Şehîd Hozan yê ku ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî nava rêfên wê bûbû,  ew netenê medyakarê tekane ye ku hatiye kuştin, lê heya niha salane hevalên wî yên medyakar ji aliyê rêjîm û rêxistinên terorist ve tên armanckirin.”

Daxuyaniyê hat jî, kuştina rojnamevanan û ew di karê xwe de, tawanekî kirêt e, ji ber ku rojnamevan ne aliyek e di krîz û nakokiyan de. Ji berê wê tê xwastin ku rojnamegerî û rojnamevan bêne parastin.

Herwiha Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxwaz ji rêxistinên berevaniyê di ber mafên rojnamevanan dikin bi rola xwe rabin û kujerên şehîd Hozan diyar bikin û bidin dadgehê.

 

S. B