HSD: Êrîşên ser Til Temir û Eyn Îsayê berdewam in
HSDê radighîne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, berdewam in di êrîşên xwe yên ser gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê bi armanca dagîrkirina navçeyên din.
K24 – Navenda Nûçeyan
HSDê radighîne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, berdewam in di êrîşên xwe yên ser gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê bi armanca dagîrkirina navçeyên din.
Navenda ragehandina HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser ve, bi çekên giran êrîşî gundên Inq El Hewa, Ebdilhey li Zirganê kirine.
li Tiltemirê jî, grûpên çekdar bi çekên giran û topan gundên Menax, Um El Kêf û Til Tewîl topbaran kirine.
HSDê dibêje jî, li Eyn Îsayê, piştî encamdana gera çavdêriyê ya Rûsî - Tirkî li sayloya Şirkrakê, komên çekdar êrîş kirin û ew sayloya genim dagîr kirin û 2 şervanên wan birîndar bûn.
S. B