Pentagon: DAIŞ sûdê ji êrîşên Tirkiyê dibîne
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) di raportekê de ragihand, operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîkî bûn derfetek ku DAIŞ xwe ji nû ve bihêz bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) di raportekê de ragihand, operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîkî bûn derfetek ku DAIŞ xwe ji nû ve bihêz bike.
Nivîsgeha Pişknerê Giştî ya Pentagonê ragihand, bi destêwerdana Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîkî ji wê navçeyê re, derfet ji DAIŞê re çê bû ku ji nû ve birêkxistin bike û karînên xwe yên êrîşkirinê bihêz bike.
Di raportê de hat jî, dibe dem ji DAIŞê re hebe, ji bo welatên rojava armanc bike û piştevaniyê bide torên xwe yên navdewletî.
Li gor wê raportê jî, DAIŞ dibe kar li ser kontrolkirina hejmarek navçeyên Sûriyê bike û hebûna xwe ya navdewletî jî fireh bike.
Aşkere kir jî, dibe kuştina Ebo Bekir Bexdadî, bandora wê ya kêm hebe, ji DAIŞ dubare xwe birêxistin bike.
Ev yek di demekê de ye, çendîn car in Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dide, ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê lawaz dike û rê dide ku çekdarên DAIŞê careke din xwe birêkxistin bikin.
S. B