Falih Feyaz: Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn gelekî girîng
Li duyem roja Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Duhokê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz ragihand, çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn gelekî girîng e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li duyem roja Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Duhokê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz ragihand, çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn gelekî girîng e.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz ragihand: “Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên mezin ên Rojhilata Navîn e û yek ji sedemên nearamiyê ye.”
Ragihand jî: Pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê, hewlek bû ji bo dirustkirina pêwendiyan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan. Pêwîst e nexşeyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe û li gor destûrê pirsgirêk bêne çareserkirin.”
Amaje bi wê jî kir, “Di rastiyê de, bo çareserkirina pirsgirêkan, em li ser riya baş in. Ev pêngavên me jî ji têbîniyên Serokwezîr in û dixwaze pirsgirêkan çareser bike.”
Tekez kir: “Kurdistan dikare rola wê di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê de hebe û divê em hemû bi hev re di Iraqê de hevbeş bin. Divê di dema serastkirina destûrê de, mafê hemû aliyan li ber çav bigirin.”
Got jî: “Ewê niha rû dide, ji encama siyaseta xirap e, ne bawer im ku pirsgirêk sedema van pirsgirêkan e.”
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê da zanîn jî, bazdana bi ser dam û dezgehên rewa yên Iraqê re, rewşa Iraqê wek ya Sûriyê lê tê.
S. B