Gotebêjê Hevpeymanîya Nêvdewletî bo Kurdistan24: Daişê hêj çalakî maye
Gotebêjê Hevpeyamanîya Nêvdewletî Dijî Daişê ragehand, rêxistîya Daişê hêj çalakî maye û çekdarên wê rêkxistîyê metirsîne li ser deverê.
K24- Hewlêr
Gotebêjê Hevpeyamanîya Nêvdewletî Dijî Daişê ragehand, rêxistîya Daişê hêj çalakî maye û çekdarên wê rêkxistîyê metirsîne li ser deverê.
Kolonîl Maylz Kagîns, gotebêjê Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê, bi Kurdistan24 re ragehand: Li gor zanyarîyan rêkxistîya Daişê, çend hezar çekdarek mane, hinek wek piştîvanîyên darayîya rêkxistîyê kar dikin.
Amaje bi wê yekê kir, bi kuştina kesekê yan serkirdeyeke Daişê, hizr û baererîya tundrewîyê bi dawî nahêt. Giring ewe ev aydolocîya tundrew bidawî bihêt.
Behsa Hevahengîya Nêvdewletî li gel hêza Pêşmerge kir û amaje bi wê yekê kir, li gel Pêşmerge milbimil li dijî Daişê şer kirine û ew hevakarên Pêşmerge bûn li şerê dijî Daişê.
Tekez li ser wê yekê jî kir, ku giringe bi awayeke cîhanî li metirsîyên Daişê binerîn. Pişkek ji xortan ji malbatên xwe dabirîyane û çûne di nav rêza wê rêkxistîyê de û wan jî ev rewş ji xwe re veqoztîye, lê Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî çalakîyên evê rêkxistîyê berdewam dibe.