Karwaneke serbazî ya Amerîkî derbasî Hesekê bû
Karwaneke serbazî ya Amerîkî şeva bûrî ji Iraqê bi riya deriyê sînorî yê Welîd re derbasî nava xaka Sûriyê bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwaneke serbazî ya Amerîkî şeva bûrî ji Iraqê bi riya deriyê sînorî yê Welîd re derbasî nava xaka Sûriyê bû.
Ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî ragihand, şeva bûrî karwaneke serbazî ya Amerîkî ku ji 11 barhilgirên serbazî û tenkeran pêk hatibû û kereste û kelûpelên serbazî hilgirtibûn, ji Iraqê derbasî parêzgeha Hesekê bû.
Her çend e ji destpêka vê meha Cotmeha bûrî ve Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekişîne, lê ta niha hêzên Amerîka li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê mane û gerên çavdêriyê jî dikin.
Serokê Amerîka aşkere kiribû, mana hêzên Amerîkî ji bo parastina kêlgehên petrolê ne.
S. B