Almanya yekem malbateke DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê werdigire
Berpirên Almanyayê jineke DAIŞê ya bi regeza Alamî ji kampa Holê ya Hesekê vedigerînin Almanyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirên Almanyayê jineke DAIŞê ya bi regeza Alamî ji kampa Holê ya Hesekê vedigerînin Almanyayê.
Li gor nûçeyeke kovara “Der Spiegel” a Almanî, jineke temen 30 salî ya bi navê Lawra ji sala 2016an ve pêwendî bi DAIŞê re kiriye û niha li kampa Holê bi 3 zarokên xwe re li kampa Holê girtî ne.
Kovara “Der Spiegel” aşkere kir jî, di çend rojên bê de, ew jin bi riya Iraqê re bo Almanayê tê veguhastin û dibe yekem endama DAIŞê ku vedigere welatê xwe.
Pêştir berpirsên Almanyayê aşkere kiribûn, ku jineke DAIŞê û 3 zarokên wê li Sûriyê girtî ne, bo Iraqê tê veguhastin, lê zanyariyên zêdetir derbarê wê de aşkere nekiribûn.
Çend car in Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji welatên Ewropa kiribû, welatiyên xwe yên di nava DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê girtî ne, vegerînin welatên xwe, lê Ewropiyan ew kar nekiribûn.
Di kampa holê ya Hesekê de bêhtir ji 71 hezar kesî bicih dibin, bêtir ji 10 hezarî ji wan, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.
Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e li ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.
S. B