Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro digihe Bexdayê û çend pirsên taybet bi petrolê bi berpirsên Bexdayê re guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro digihe Bexdayê û çend pirsên taybet bi petrolê bi berpirsên Bexdayê re guftûgo dike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji K24ê re ragihand, şande bo temamkirina danûstandinên derbarê budceya Iraqê diçe Bexdayê.

Ragihand jî, biryar e îro demijêr 11:00 şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re bicive û behsa beşê Herêma Kurdistanê bo sala 2020an bikin.

Diyar kir jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî Awar Şêx Cenab, Wezîrê Herêmê bo Guftûgoyên bi Bexdayê re Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm pêk hatiye.

 

S. B