Grûpên çekdaran êrîşî ser Eyn Îsayê dikin
Grûpên ser bi artêşa Tirkiyê ve ji berbanga îro ve dest bi êrîşeke tund li ser Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê kirine û şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û şervanên HSDê de rû didin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên ser bi artêşa Tirkiyê ve ji berbanga îro ve dest bi êrîşeke tund li ser Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê kirine û şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û şervanên HSDê de rû didin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Grûpên ser bi artêşa Tirkiyê bi piştevaniya topxaneya Tirkiyê ji berbanga îro êrîş ser Eyn Îsa, eniya Kampa Eyn Îsayê û riya navdewletî M4 dikin û şer bi giranî derketiye.
Li gor zanyariyên Rewangehê jî, hêzên rêjîma Sûriyê yên li vê dawiyê hatibûn Eyn Îsayê, bi destpêka êrîşê re ji xalên xwe yên li wê deverê vekişiyan.
Amaje bi wê jî da, di encama wî şer de hejmarek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.
S. B