Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Dirbêsiyê kirin

Hêzên Rûsî û Tirkî 10emîn gera hevbeş a çavdêriyê li bajarokê Dêrbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsî û Tirkî 10emîn gera hevbeş a çavdêriyê li bajarokê Dêrbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê encam dan.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da ragihand, îro danê dibê karwaneke Polîsên Serbazî yên Rûsyayê li deriyê sînorî yê Şêrik yê li bajarokê Dirbêsiyê ligel karwaneke hêzên Tirkî civiya.

Da zanîn jî, piştî civînê, hêzên Rûsî û Tirkî dest bi gereke çavdêriyê li gundewarê Dirbêsiyê kirin.

Peyamnêrê me diyar kir, di dema gera çavdêriyê de, 2 helîkopterên Rûsî li esmanê Dirbêsiyê digeriyan û ji esman ve çavdêrî dikirin.

Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha bûrî li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

S. B