Amerîka hejmara serbazên xwe li Sûriyê aşkere dike

Fermandarê Fermandariya Artêşa Amerîka General Kenneth Mackenzie ragihand, 500 serbazên Amerîkî li bakurê Sûriyê mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fermandariya Artêşa Amerîka General Kenneth Mackenzie ragihand, 500 serbazên Amerîkî li bakurê Sûriyê mane.

General Kenneth Mackenzie îro ragihand jî, ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Sûriyê, di çend hefteyên bê de operasyonên xwe li dijî DAIŞê bilez dikin.

Her çend e ji destpêka vê meha Cotmeha bûrî ve Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekişîne, lê ta niha hêzên Amerîka li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê mane û gerên çavdêriyê jî dikin.

Serokê Amerîka aşkere kiribû, mana hêzên Amerîkî ji bo parastina kêlgehên petrolê ne.

 

S. B