Ji encama şer, riya M4 hate qutkirin
Ji encama êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li ser Eyn Îsayê, riya navdewletî M4 hat birîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji encama êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li ser Eyn Îsayê, riya navdewletî M4 hat birîn.
Grûpên çekdar bi piştevaniya toxaneya Tirkiyê ji berbanga îro ve êrîşî Eyn Îsa û gundewarê wê dikin û şer û pevçûn giran di navbera wan û şervanên HSDê de rû didin.
Li gor zanyariyan jî, riya navdewletî M4 di navbera Eyn Îsa û Kobanê û Eyn Îsa û Şergirakê de hatiye qutkirin û metrisî li ser jiyana sivîlan heye.
Herwiha artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, gundê Şergirak û derdora Eyn Îsayê topbaran dikin.
Li wê navçeyê şer û pevçûn berdewam dike û hejmarek ji kuştî û birîndaran ji herdu aliyan hene.
S. B