HSD: Li ber çavên hêzên Rûsiyayê, Tirkiya hêrişî hêzên me dikir li Eyîn Îsa

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand li ber çavên hêzên Rûsiyayê, Tirkiya hêrişî hêzên wan dikir li Eyîn Îsa.

K24- Hewlêr

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand li ber çavên hêzên Rûsiyayê, Tirkiya hêrişî hêzên wan dikir li Eyîn Îsa.

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehandye, Artêşa Tirkiya û çekdarên ser bi wê ve, ji sê alîyan hêriş kirin ser bajaroka Eyîn Îsa û hêzên wan berengarî hêrişan wan bûn.

 Li gor HSDyê , ew hêriş  li ber çavên hêzên Rûsiyayê rûda û Rûsiyayê ti hewlek neda bo rawestandina wê hêrişê, herçende Rûsiya alîyek girêntîya rewestandina şer dike.

 HSD di daxuyanî ya xwe de dibêje: Bêdengîya Rûsiya li beranber wan hêrişan gumanê li ba wan durist dike ku xwedî role be di rawestandina şer de.