Tora Ziman û Çandan hat avakirin

Li Diyarbekirê 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda, Tora Ziman û Çandan ava kirin û bangewaziyek ji raya giştî re belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda, Tora Ziman û Çandan ava kirin û bangewaziyek ji raya giştî re belav kir.

Di beşek e bangewaziyê de ku çapek jê ji K24ê re hatiye şandin, hatiye, “Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.”

Bangewaziya Tora Ziman û Çandan:

Ji çapemenî û raya giştî ra

Roja 23.11.2019an bi beşdarî û piştgiriya 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan pêk hat. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan  û  pêkanîna komxebateka berfirehtir hat girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryayeka ji 7 kesan pêk tê, hat hilbijartin. 45 kesên ku navên wan li jêr in jî vê daxuyaniyê radigihînin û wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan wê xebatê bidomînin.

Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.

Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendiya civaka kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda kurdî da qelsîyek pêk anîye. Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna zimên zêdetir dike.  

Li hemberî vê plansazîya bişaftinê, pêdivî bi plansazîyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û sazîyên têkildar dikin:

  • Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqlîyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin.
  • Em dixwazin kurdî û zimanên li Kurdistanê (siryanî, ermenkî, erebî û hwd.) wek fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehîyê.
  • Em bangî civaka kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.
  • Em bangî sazîyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgirîya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgarîyê bikin.
  • Em bangî partîyên sîyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên sîyasî bi kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.
  • Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.
  • Em bangî hemû kes û sazîyên ku di warê çand û ziman da ked dane dikin ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeka xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.

 

1.     Abdullah Keskin

2.     Ahmet Turk

3.     Berfîn Emektar

4.     Bünyamin Şeker

5.     Cemil Kocgiri

6.     Cevahir Sadak Düzgün

7.     Denîz Gunduz

8.     Emin Aktar

9.     Eren Keskin

10.   Eslixan Yıldırım

11.   Ferda Cemiloğlu

12.   Fuat Onen

13.   Hıdır Karataş

14.   Hiznî Haco

15.   Îlham Bakir

16.   Îmam Taşçier

17.   Îsmaîl Beşîkçî

18.   Kadrî Yildirim

19.   Kazim Öz

20.   Mehmet Bayrak

21.   Memet Atlı

22.   Memet Sezer

23.   Mevlut Aykoç

24.   Mikail Bülbül

25.   Mine Karakaş

26.   Mustafa Borak

27.   Nesip Gültekin

28.   Nevin İl

29.   Omer Fîdan

30.   Osman Akyil

31.   Osman Ozçelîk

32.   Ömer Şahin

33.   Rênas Jiyan

34.   Rıza Polat

35.   Roza Metîna

36.   Rugeş Kırıcı

37.   Samî Tan

38.   Selîm Temo

39.   Şefîk Beyaz

40.   Şerko Kanîwar

41.   Tarık Ziya Ekinci

42.    Vedat Yildirim

43.    Yusuf Beğtaş

44.    Zana Farqînî

45.    Zekî Gurur

 

 S. B