“Hewlêr û Bexda ji rêkeftinê nêzîk in”

Biyarderê Komîta Darayî ya Parlemana Iraqê aşkere dike, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji piştî serdana wê bo Bexdayê, derbarê pirsa budce û petrolê yên Herêma Kurdistanê de, bi aliyên Iraqî re ji rêkeftinê nêzîk bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biyarderê Komîta Darayî ya Parlemana Iraqê Ehmed Sefar ji K24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê û Iraqê ji hev nêzîk in û bi awayekî destpêkî rêkeftine.

Amaje bi wê jî da, firaksiyonên Kurdî li Bexdayê di hewlên xwe de berdewam in, ku wek budceya 2019an, mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi beşa petrolê ve girê nedin û Bexda rasterast mûçe bişîne.

Biyarderê Komîta Darayî ya Parlemana Iraqê ragihand, piştî rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser projebudceyê, vê hefteyê yan hefteya bê Parlemana Iraqê dicive û tê çaverêkirin, dawiya meha Çileya 2020an, bibe biryar û bê pesendkirin.

Derbarê wê projebudceyê de jî aşkere kir, nirxê bermîlê petrolê di projebudceya sala 2020an de di navbera 55 – 60 Dolar tê texmînkirin. Di demekê de, di budceya sala 2019an de permîlê petrolê bi 56 Dolaran hatibû texmînkirin û herwiha 3 milyon û 880 hezar bermîl bo hinardekirinê hatibû diyarkirin.

S. B