Mesrûr Barzanî: Girîngiyeke mezin didin keleha Hewlêrê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana keleha Hewlêrê dike û ji nêzîk ve rewşa wê cihê dîrokî û birêveçûna nûjenkirina wê dişopîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana keleha Hewlêrê dike û ji nêzîk ve rewşa wê cihê dîrokî û birêveçûna nûjenkirina wê dişopîne.

Di serdanê de, serperiştiyar û endezyarên projeyê, bi hûrî li ser pêgavên nûjenkirina kelehê dan û metirsî û astengiyên li pêş wê projeyê aşkere kirin.

Tîma serperiştiyar plana xwe ji bo dahatûya kelehê pêşkêş kir û behsa çawaniya anîna geştiyarên zêdetir bo kelehê kir.

Di çarçova serdanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hikûmet girîngiyeke mezin dide keleha Hewlêrê û bi şûnwareke dîrokî ya girîng binav kir.

Ragihand jî, keleha Hewlêrê kevntirîn cih e ku jiyan tê de dibe û divê ew taybetmendiya keleha Hewlêrê bê parastin û jiyan tê de berdewam be.

Daxwaz kir jî, ji bo asankirina çûnûhatina geştiyaran, sûdê ji amrazên kehrebê bê dîtin, ji ber ku kelaha Hewlêrê di rêzbendiya şûnwarên cîhanê yên UNESCO de tomarkirî ye.

Keleha Hewlêrê yek ji dêrîntirîn kelehên cîhanê ye, dikeve nava bajarê Hewlêrê. Keleh 25 metroyan ji rûyê zemînê bilind e û bilindbûna wê li ser asta deryayê 431 metro ye. Rûbera kelehê 110 hezar metro çargoşe ye û dîroka wê vedigere 4 hezar sal berî zayînê.

Di keleha Hewlêrê de 506 xanî li ser taxên Seray, Topxane û Tekiye belav dibin.

 

 

S. B