Qedexeyên Wanê bo 15 roj hatin dirêjkirin
Li Wanê sê sal in her cure daxuyanî û çalakî bi fermana Parêzgariyê hatine qedexekirin. Ev qedexe bi biryara Parêzgariyê 15 rojên din hatin dirêjkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê sê sal in her cure daxuyanî û çalakî bi fermana Parêzgariyê hatine qedexekirin. Ev qedexe bi biryara Parêzgariyê 15 rojên din hatin dirêjkirin.
Parêzgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, di çarçoveya destûr û yasayan de, bi armanca pêşîgirtina êrîşan û parastina can û malên welatiyan û ewlekariya netewî, biryara qedexekirina her cure çalakî hatiye dayîn.
Bi biryarê ji 25'ê Mijdarê heta 9'ê Berçileya bê, her cure meş, mîtîng, daxuyaniya rojnamevanî, çalakiyên rûniştinê û kempînên îmzeyê li deverên vekirî û meydanan hatin qedexekirin.
S. B