HSD gundeke ser bi Eyîn Îsa carek dî kontirol dike
Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) gundêk ji dest çekdarên dûvelankên Tirkiya azadkirin û careke dî bi temamî kontirol kirin û baregeheke wan çekdaran ji alîyê hevwelatîyan ve li Girê Sipî hat şewitandin.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) gundêk ji dest çekdarên dûvelankên Tirkiya azadkirin û careke dî bi temamî kontirol kirin û baregeheke wan çekdaran ji alîyê hevwelatîyan ve li Girê Sipî hat şewitandin.
Li gor mêdyayên nêzîk ji HSDyê, şereke dijwar di navbera HSD û girûpên çekdarên ser bi Tirkiyayê ve li gundê Seyda ser bi Eyîn Îsa rûda û HSD şîya wê gundê careke din ji dest wan çekdaran derxîne û vegerîne jêr kontirola xwe.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ew gund dikeve rojava ya kempa Eyîn Îsa û berî sê rojan ji alîyê giropên çekdar hatibû dagîrkirin.
Ji alîyeke dî ve, xelkê Girê Sipî, agir berdan baregeheke çekdarên ser bi Trikiyayê ve li wî baajarokî.
Mêdyayên Rojavaya Kurdistanê belav kirîne, hevwelatîyên Girê Sipî li reftar û karên çekdarên ser bi Trikiyayê ve nerazî û tûrre ne, çunku hewil didin destdirêjîyê bikin ser jinên deverê, lew rûnişvanên taxa Cisir agir berdam baregehekê û di encam de 3 çekdar hatin kuştin.