Şanda Herêmê: Li ser pirsa petrolê bi Bexdayê re gihîştine rêkeftinê
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guftûgoya bi Hikûmeta Bexdayê re tekez dike, bi Hikûmeta Iraqê re gihîştine rêkeftinê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guftûgoya bi Hikûmeta Bexdayê re tekez dike, bi Hikûmeta Iraqê re gihîştine rêkeftinê û diyar kir, her hewlekê bo dabînkirina destkeftên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê didin.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ragihand, bi aliyên Iraqî re gihîştine rêkeftinê û di guftûgoyan de me tekezî li ser parastina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye.
Got jî: Guftûgoyên bingehîn derbarê piraniya pirsan hatine kirin û hevtêgihîştina baş jî di vê derbarê de di navbera herdu aliyan de heye.
Hevdem, endamê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Şiwanî got: Me nerîna xwe derbarê yasaya budceya sala 2020an de ji Bexdayê re ragihand, li hemberê jî wan bersiva wan jî hebû.
Aşkere kir jî: Me hejmarek proje derbarê dosyên petrolê, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, destkeftên darayî û budceya Pêşmerge pêşkêşî Hikûmeta Bexdayê kir û nêzîkbûneyeke mezin di navbera me de heye.
Diyar kir, hefteya bê careke din serdana Bexdayê dikin, bi hêviya rêkeftina dawî li ser wan pirsan di navbera herdu aliyan de bê kirin.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên ragihand, di civînan de tekezî li ser pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û destkeftên darayî hate kirin.
Got jî: Li ser pirsa petrolê herdu alî gihîştine rêkeftinê, ji bo civîna roja Yekşema bê jî, komîteyek hat pêkanîn, ji bo dariştina reşnivîsa projeyasaya budceyê bike û nûnerên Herêma Kurdistanê jî di wê komîtê de cih girtine.
S. B