Çar biryar ji wezareta Pêşmerge ve

Li gor nivîsareke wezareta Pêşmerge ku wêneyeke wê gihaye Kurdistan24ê, wezareta Pêşmerge çar biryar derxisîye bo zêdetir bi sazîkirina wê wezaretê.

K24- Hewlêr

Li gor nivîsareke wezareta Pêşmerge ku wêneyeke wê gihaye Kurdistan24ê, wezareta Pêşmerge çar biryar derxisîye bo zêdetir bi sazîkirina wê wezaretê.

Li gor nivîsarê ku wajû ya Şoriş Îsmayîl li sere, wezaret ev karên hanê qedexe dike:

  • Encamdana karên hizbî di nav wezaretê de.
  • Sizadana sîyasî.
  • Encamdana çalakîyên sîyasî û hizbî.
  • Abûne wergirtin.

Herweha li gor wê nivîsarê, wezaret siza her kes û alîyekî dide ku serpêçîya evan xalan bike.