Çekdarên ser bi Tirkiya ve dû welatîyên Kurd li Efrînê girtin
Çekdarên dijberîya Suriya dû welatîyên Kurd li Efrînê girtin.
K24- Hewlêr
Çekdarên dijberîya Suriya dû welatîyên Kurd li Efrînê girtin.
Riwangeha Suriya ya Mafên Mirov belavkirîye, Komên çekdarên ser bi Tirkiya ve, hêj di kiryarên xwe de li binpêkirina mafên welatîyên Kurd li Efrînê berdewam in.
Li gor Riwangehê ew kiryarên çekdaran li dijî wan Kurdan e yên naxwazin malên xwe bicî bihêlin.
Li gor Riwangehê dû welatîyên Kurd ku ji Şêrawe diçûn efrînê li xaleke pişkinîna ser bi firqeya Elhemzat li devera Tirindê hatin girtin û heya niha jî sedema girtina wan ne hatîye zanîn.