Tirkiye: Me S400 kirîn e, ne ku di qutiyan de veşêrîn!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu bersiva Amerîkayê dide: Wan soza bikarneanîn a S400a nedan e ti welatî!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu bersiva Amerîkayê dide: Wan soza bikarneanîn a S400a nedan e ti welatî.

Çavuşoglu li Parlementoya Tirkiyê ji medya Tirkiye re eşkere kir: Wan S400an kirîn e, ne ji bo di qutiyekê de veşêrin û herwiha wan soza bikarneanîn a S400an nedane ti welatî. Ew ne welatek wisa ne, ko liser daxwaza welatên din biryar bigûherîn in.

Berî niha bi pênc rojan berpirsek pilebilind ê Amerîkayê ji Reutersê re gotibû, Tirkiye dizane, ko divê S400an bikarneyîne û xwe jê xilas bike. Eger na bijardeya cezakirina Tirkiyê li ser masê ye.

Duhî Tirkiye mûşekên S400 bo yekem car ezmûn kiribû, îro jî ezmûnkirin berdewam dike.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment