Kongress a Amerika daxwaza sizadan a Tirkiye kir
Kongress a Amerîkayê daxwaza cezakirina Tirkiyê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Kongress a Amerîkayê daxwaza cezakirina Tirkiyê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump dike.
Civata Nûnerên Amerîkayê û Komîsyonên Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Civata Nûnerên Amerîkayê liser bûdçeya 2020 a Pentagonê, ko 738 milyar dolar li xwe digre, rêkeftin. Di heman rêkeftinê de ji ber kirîna mûşekên S400, daxwaza cezakirina Tirkiye û qedexekirina firotina balafirên F35 bo Tirkiyê ji Donald Trump hate kirin.
Hikûmeta Tirkiye meha borî dest bi cerbandina radarên S400 kiribû.
C.B