Erdogan rexneyan li Ewrûpa digre, ku piştevaniya planên wan nake

Serokomarê Tirkiyê ragihand, biqasî welatên Ewropa giringiyê didin şandina çekan ji bo Sûriyê, ewqas piştevaniya planên wan ên devera aram nakin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê ragihand, biqasî welatên Ewropa giringiyê didin şandina çekan ji bo Sûriyê, ewqas piştevaniya planên wan ên devera aram nakin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan, îro di kongreyek rojnemevanî de ragihand, ku 50 hezar kes ji Idlibê berê xwe didin Tirkiyê, û heta niha, tu welatên Islamî piştevaniya planên wan ên bicîkirina penaberan, di navçeyên nû de li bakurê rojhilatê Sûriyê nekirin e.

Erdogan rexne li welatên Ewrûpa jî girt û got, biqasî ew welat piştgiriya şandina çekan ji bo Sûriyê dikin, weha piştevaniya projeyên wan ên devera aram û bicîkirina penaberan nakin.

Yekîtiya Ewrûpa, rexne li Operasyona Tirkiye li rojavayê Kurdistanê digre.

Operasyonê wekî metirsiyek liser ewleyî, aramî û rewşa demografiyê dibîn e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment