Tirkiye: Di 2019an de 100 rojnameyan weşana xwe rawestandin
Di roja dawî ya sala 2019an de rojnameyên rojane Star û Guneş hejmarên xwe yên dawî weşandin

K24 – Navenda Nûçeyan
Di roja dawî ya sala 2019an de rojnameyên rojane Star û Guneş hejmarên xwe yên dawî weşandin. Ji îro û pê ve, her du rojname dê bi awayek elektronî tenê liser internetê weşanê bikin. Bi van her du rojnameyan ve, hejmara rojnameyên ku xebata xwe ya weşangeriyê /çapkirinê di sala 2019an de rawestandin gihişt 100 rojnameyan.
Egera rawestandina çapkirina rojnameyan li Tirkiye di destê yekem de: metirsiya hemberî rojname û rojnamevanan û ya duyem jî: egera aborî ye.
Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Atilla Sertel lêkolînek derbarê medya Tirkiye û sala 2019an de kiriye.
Ligor lêkolînê: Li Tirkiye 108 rojnamevan di girtîgehan de girtî ne û ev yek Tirkiye dike, yek ji metirsîdartirîn welatên dijî azadiya rojnamagerî. Herweha Kartên Rojnamegerî yên 3 804 rojnamevanan ji destê wan hatiye standin.
C.B