Guherîna demografiyê li Qibrisê di rojeva Parlementoya Ewrûpa de
Aloziyên di navbeyna Ewrûpa û Tirkiye de, bi tometa guherîna demografiyê li Qibrisê berferehtir dibe

K24 – Navenda Nûçeyan
Aloziyên di navbeyna Ewrûpa û Tirkiye de, bi tometa guherîna demografiyê li Qibrisê berferehtir dibe.
Parlementerê Parlementoya Ewrûpa ji Qibrisê Niyazi Kizilyurek, di pêşnûmeya ku pêşkeşî Komisyona Ewrûpa kirî de diyarkir, ku Tirkiye hejmarek zêde niştecî li Qibrisê bicîh kirin e, ku mafê hevwelatîbûnê li Qibrisê wergirtin e û ev yek metirsiyek mezin liser demografiya deverê ye.
Ligor Kizilyurek, Tirkiye destwerdanê di iradeya siyasî û avahiya demografî ya civatê li Qibrisê dike.
Herweha Parlementerê Parlementoya Ewrûpa ji Qibrisê anî ziman, ku Tirkiye fişarê li dezgehên Qibrisî dike, ku niştecîhên Tirk bike hevwelatiyê Qibrisê.
Kizilyurek daxwaz kir, Ewrûpa li dijî van kiryarên Tirkiye derkeve.
C.B