Tirkiye: Em dê bergiriyên xwe li Idlibê zêdetir bikin
Encumena Asayîşa Tirkiyê da xuyakirin, ji ber pêşhatên dawî ew dê li Îdlibê bergiriyên xwe zêdetir bikin û piştevaniya wan ji bo hikûmeta Serac a Lîbyayê berdewam dibe

K24 – Navenda Nûçeyan
Encumena Asayîşa Tirkiyê da xuyakirin, ji ber pêşhatên dawî ew dê li Îdlibê bergiriyên xwe zêdetir bikin û piştevaniya wan ji bo hikûmeta Serac a Lîbyayê berdewam dibe.
Encumena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiye bi serokatiya Serokomar Receb Tayîb Erdogan civiya. Di encamnameya civînê de hat ragihandin, di civîna nêzîkî pênc demjimêran ajotî de, rewşê ewlekariya navçeyê hatiye gotubêjkirin.
Tê ragihandin, Tirkiye ji pêşhatên dawiyê yên Îdlibê dilgiran e û biryar hate dayîn, digel Îdlibê, li hin deverên Sûriyê bergirî bên pêşxistin. Hat destnîşankirin, Tirkiye bo parastina sînorê xwe yê başûr û ewlekariya civakên dost û bira, bibiryar e hin bergiriyan pêş bixe.
Hat ragihandin, piştevaniya Tirkiye bo hewlên agirbesta Lîbyayê û hikûmeta Fayîz Serac berdewam dibin.
C.B