Tirkiye: Êrîşî xalên me li Idlibê bikin, dê bersivek tund werbigrin
Wezareta bergirî ya Tirkiye di daxuyaniyekê de ragihand, ku: “hemberî her êrîşek beramberî xalên çavdêriyê yên Tirkiye li Idlibê, dê bersîvek gelek tund bê dayîn”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta bergirî ya Tirkiye di daxuyaniyekê de ragihand, ku: “hemberî her êrîşek beramberî xalên çavdêriyê yên Tirkiye li Idlibê, dê bersîvek gelek tund bê dayîn”.
Ligor daxuyaniyê: “Leşkerên Tirkiye xwedî pêdawistiyên serbazî ne û dikarin bersive her êrîşekê bidin. Hemberî her êrîşek nû liser xalên me, di çarçoweya xweparastina rewa de dê bersiva tund bidin”.
Berî çendîn rojan artêşa Sûriye êrîşî leşkerên Tirk kiribû, ku 8 serbaz hatibûn kuştin. Piştî wê bûyerê rewş li herêmê aloztir bû ye.
C.B