Tirkiye: Cihê Esed Dadgeha Navneteweyî ye
Serokê ragihandinê yê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun, di Forum a medya ya Tirkiye-Sûriye de axifî û diyarkir: “Rûdanên li Idlibê tu caran ji alî me ve nayên pejirandin, xwîna şehîdên me dê li erdê nemîn e

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê ragihandinê yê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun, di Forum a medya ya Tirkiye-Sûriye de axifî û diyarkir: “Rûdanên li Idlibê tu caran ji alî me ve nayên pejirandin, xwîna şehîdên me dê li erdê nemîn e. Cihê Esed, ku dest avêt Al a me, dadgeha navneteweyî ye”.
Altun herweha anî ziman: “Tirkiye dizane, ku bingeha Krîza Sûriye rejîma Esed e. Krîza li Sûriye hatî jiyandin di 2015an de bandora xwe gihand Ewrûpa. Gef a DAIŞ bû gefek cîhanî, Xwestin herêmê bi metirsiya terorê ji nû ve şikl bikin. PKK-PYD jî, di vê yariyê de bikar anîn”.
Altun got: “Bi Operasyonên xwe Tirkiye bi hezaran kilometer ji rêxistinên terorê paqij kir. Di van 9 salên dawî de, Tirkiye her hevkariya Opozisyona rewa ya Sûriye kir. Heta ku rejîm neyê berteref kirin, li Sûriye aştiyek mayinde pêk nayê”.
C.B