Rûsya bala Tirkiye kişand: Êrîşî hêzên Sûriye û Rûsya neke!

Aloziya Idlibê di navbeyna Tirkiye – Sûriye û Rûsya de zêdetir dibe. Ligor ragihandina Rûsya helikoptera rejîma Sûriye ji alî Tirkiye ve hatiye xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziya Idlibê di navbeyna Tirkiye – Sûriye û Rûsya de zêdetir dibe. Ligor ragihandina Rûsya helikoptera rejîma Sûriye ji alî Tirkiye ve hatiye xistin.

Her piştî vê bûyerê, Kremlinê bala Tirkiye kişand û di daxûyaniyekê de anî ziman, ku divê Tirkiye demildest êrîşên xwe hemberî hêzên Sûriye û Rûsya rawestîn e.

Tê ragihandin, ku şand a Rûsyayê jî, Enqere bicîh hiştiye, bêyî ku tu daxuyaniyek hevbeş bê ragihandin.

Pispor diyar dikin, ev tê wateya, ku Tirkiye û Rûsya ji civînan negihiştine encamek erênî û bicîh hiştina Enqere ji alî şanda Rûsyayê ve, dikare rewşa Idlibê û deverên din, ku Tirkiye li Sûriye xwedî bingehan e, aloztir bike.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment