Kulîlkfiroş ji roja evîndarana îsal ne bihêvî ne
Buhaya kulîlkan îsal li gor salên berê ji sedî sed zêde bûye.
K24 – Stenbol
Li Tirkiyê bazara kulîlkan ku her sal bihatina roja evîndaran geştir dibe, lê kulîlkfiroşên li Stenbolê ku bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye dibêjin ji ber zêdebûna bihayan îsal mişterî wek salên berê zêde kulîlkan nakirin û ev jî bandoreke xerab dide ser karên wan dike.
Bi hatina roja evîndaran ku 14ê Sibatê tê pîrozkirin di bazara kulîlkan de li gor rojên berê liv û lebatekê çê dibe. Kesên evîndar di vê rojê de ku bêhtir gul diyarî hev dikin, berê xwe didin cîhên kulîlk tên firotin. Her çiqas ev roj bo kulîlkfiroşan wek roja cejnê were binavkirin jî, lê kulîlkfiroş ji ber zêdebûna bihayên kulîlkan ku tesîreke nebaş dide ser karên wan dilgiran in.
Kulîlkfiroşek dibêje: “Em nikarin bi hêsanî bi dilê xwe kulîlkan bikirin û bifiroşin. Çimkî li gor sala borî bihayên kulîlkan ji %100 zêdetir bûye. Par karê me baş bû. lê îsal me top avêt. Mişterî dixwaze guleke erzan bikire, lê êdî ev erzanî nema.”
Li Stenbolê ku bi taybetî di roja evîndaran de li gor bajarên din ên Tirkiyê zêdetir kulîlktên firotin kesên vî karî dikin giştiyê wan jin in. Jinên kulîlkfiroş ku piraniya wan temenmezin in ji zaroktiya xwe ve di nav vî karî de ne da ku xweytiya zar û mala xwe bikin.
Kulîlkfiroşke din dibêje: “Ev kar, karê dê û bavê me ye ku îro em berdewam dikin. Ez tevî dê û bavê xwe bi firotina kulîlkan mezin bûm û tevî vî emrê xwe yê mezin jî neçar im bixebitim. Karê îsal ne baş e. Çimkî dema bihayên kulîlkan zêde dibin, mişterî jî nayên kulîlkan nakirin.”
Salane bes bo roja evîndaran ji zêdeyî 3 milyon gul tên firotin, lê kulîlkfiroş di wê baweriyê de ne ku ji ber zêdebûna bihayan kulîlkan li gor salên berê dê kêmtir be.