Tirkiye bênavber hêz û alavên serbazî dişîne Sûriyê
Li gor agahiyên dawî, heta niha nêzîkî deh hezar serbazên komando, 500 tank û hezaran alav û otombêlên serbazî bo gundewarên Îdlib û Helebê hatine şandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye şev û roj bênavber hêz û alavên serbazî dişîne nav axa Sûriyê.
Li gor agahiyên dawî, heta niha nêzîkî deh hezar serbazên komando, 500 tank û hezaran alav û otombêlên serbazî bo gundewarên Îdlib û Helebê hatine şandin. Tirkiye digel bihêzkirina xalên çavdêriyê, li ser sînorê jî hêz kom dike.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê dibêje, ew hember aloziya Sûriyê bêdeng û bêhelwest namînin, ji ber ku, bi Sûriyê re 911 kîlometre sînorê wan heye. Digel hebûna çar milyon penaberan, eger heye du milyon penaberên din jî berê xwe bidin Tirkiyeyê. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî li Munichê bi Wezîrê Derve yê Almanyayê re li ser pirsa Lîbya û Îdlibê civiya.
Mevlut Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar dike:
"… Mixabin, rejîma Sûriyê wek Hefter bawerî bi çareseriya serbazî tîne. Di demên dawî de êrişên xwe zêde kirine. em hewl didin êrişan rawestînin. Bi Rûsyayê re hewlên me berdewam in. Roja Duşemê şandeke me dê biçe Moskowê. Ezê bi Lavrov re jî bicivim. Em ji Yekîtiya Ewropa û Almanya dixwazin wek Amerîka û Brîtanyayê piştevanî bidin me."
Tirkiye rasterast di nav şer de nebe jî, çekdarên giradayî Tirkiyeyê bi hêzên rejîmê re şer dikin. Li gor îdîaya ajansa Anadolu, tenê girêdayî Îranê sed çekdarên biyanî li Îdlibê hatine kuştin û termên wan jî bo Iraqê hatine veguhestin.
Pispor dibêjin, tirsa mezin ne şerê Tirkiye û Sûriyê ye, egerê şerê Tirkiye û Rûsya heye.
Oytun Orhan - lêkolerê navenda xebatên Middle East dibêje:
".. Metirsî heye Tirkiye û rejîma Sûriyê rasterast rûbirûyê hev bibin. Em dizanin Rûsya li wê derê ye û piştevaniya rejîmê dike. Her çend alî xwe jê dûr bigrin jî, metirsiya mezin rûbirûbûna Tirkiye û Rûsyayê ye. Niha di eniyê de çekdarên Sûrî şer dikin, lê eger Artêşa Sûriyê êrişên xwe berdewam bike, ewê bi Artêşa Tirkiyeyê re rûbirû bibe."
Li gor daxuyaniya Netewên Yekgirtî, ji roja destpêkê ya operasyona rejîmê ve, 830 hezar kes aware bûne ku piraniya wan berê xwe dane sînorê Tirkiyê.
C.B