Serbazên Tirk bi egera qaçaxçîtiya çek hatin girtin

Di kontrola li devera Kilis de hatî kirin de, di çenteyên 2 serbazên Tirk de gelek çek hatin dîtin û derket, ku qaçaxçîtiya çek dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di kontrola li devera Kilis de hatî kirin de, di çenteyên 2 serbazên Tirk de gelek çek hatin dîtin û derket, ku qaçaxçîtiya çek dikin.

Ligor malpera Diken a Tirkiye, her du serbaz li devera Cibrîn nêzîkî Helebê bûn e. Di 3 çenteyên wan de dagirtî çek hatiye dîtin. Piştî ifadeya wan li xwe mikur hatine, ku qaçaxçîtiya çek dikin.

Her du serbaz di nav Hêzên taybet ên Artêşa Tirk de kar kirin e. Yek ji wan ji bajarê Samsun a nêzîkî Derya Reş, ê din jî, jji bajarê Mersin a nêzîkî Derya Naverast a Tirkiye ne.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment