Pispor: Ev hefte ji Tirkiye re metirsîdar e

Pisporên Vayrosa Korona vê hefteyê ji bo rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye metirsîdar binav dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporên Vayrosa Korona vê hefteyê ji bo rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye metirsîdar binav dikin.

Endamê Desteya Zanyariyê yê Tirkiye Prof. Dr. Mehmet Ceyhan destnîşan dike, ger li Tirkiye vê hefteyê rewş nekeve bin kontrolê de, metirsî heye ku Vayrosa Korona gelek belav bibe ê li Tirkiye ji kontrolê derkeve.

Vayrosa Korona li welatên Asyayê ber bi kêmbûnê ve, lê li welatên Ewrûpayê, Amerikayê û Rojhilata Navîn jî, ber bi zêdebûnê ve diçe. Tirkiye di rewşa xwe ya îroyîn de, yek ji wan welatan e, ku rêgiriyên pêwîst nehatine girtin û dikare bi astek gelek metirsîdar a Vayrosa Korona re berbiçav were.

Ligor pisporan, ger wekî niha xelk derkeve derve û pabandî rênimayan nebe, eger heye qedexeya derketina derve li tevayiya Tirkiye were ragihandin. Jiber, ku baştirîn rêgirî li belavbûna Vayrosa Korona, li mal man e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment