Fitch: Aboriya Tirkiye bi aloziyan re berbiçav tê
Serokê sazûmana pîvanê ya krediyê Fitch Douglas Winslow diyarkir, ku aboriya Tirkiye dê bi rewşek gelek aloz re berbiçav were
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê sazûmana pîvanê ya krediyê Fitch Douglas Winslow diyarkir, ku aboriya Tirkiye dê bi rewşek gelek aloz re berbiçav were.
Ligor Winslow, rewşa metirsîdar a Vayrosa Korona dê bandorek gelek neyênî li aboriya Tirkiye bike.
Winslow egerên aloziya aborî ya Tirkiye weha şîrove dike: a/ Pêwistiya Tirkiye ya bilind bi sermaye ya derve heye b/Siyaseta pereyî gelek lawaz e, c/ krediya Tirkiye li derve ne baş e d/ siyaseta faizê ligor rastiya Tirkiye li hevûdu nake û h w d
Winslow bawer dike, Tirkiye nikare wêneyek baş bide aboriya xwe. Bawerî bi aboriya wê nayê û vayrosa Korona jî, dê bandore bike.
C.B