Tirkiye: Îro 46 kesan bi Vayrosa Korona jiyana xwe jidest da
Li Tirkiyê 46 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan û 2 hezar û 704 kesên din jî, bi Koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 46 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan û 2 hezar û 704 kesên din jî, bi Koronayê ketin.
Wezîrê tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara Korona ya 24 demjimêrên borî ragihand. Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 15 hezar û 422 pişkinîn hatine kirin. 46 kesan jî, canê xwe jidest dan e, û 2 hezar û 704 kesên din jî, bi Koronayê ketin e. Bi vî awayî li Tirkiyê, heya niha 214 kesan ji Koronayê canê xwe jidest dan e, 13 hezar û 561 kes pêketine û 243 kes jî, baş bûn e.
C.B