Vayrosa Korona bandorek gelek neyênî li aboriya Tirkiye dike

Ji dema belavbûna Vayrosa Korona heta wekî niha di bazara Tirkiye de tengbûnek aborî ya zêdeyî ji sedî 30 rûda ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Banka Navendî ya Tirkiye ragihand, ku Vayrosa Korona bandorek gelek neyênî li aboriya Tirkiye kiriye. Ji dema belavbûna Vayrosa Korona heta wekî niha di bazara Tirkiye de tengbûnek aborî ya zêdeyî ji sedî 30 rûda ye.

Tê pêşbînî kirin, ku bandora neyênî di dema pêş de hîn jî zêdetir bibe.

Ligor hin beşên aborî:

Cihên vexwarina alkolê                                 ji sedî 86,4 kêmkirin e

Rêwiyên firokeyan                          ji sedî 70,2 kêmkirin e

Zêrker                                                   ji sedî 68,4 kêmkirin e

Xwaringeh                                          ji sedî 66,8 kêmkirin e

Hotel, Motel                                      ji sedî 60,2 kêmkirin e

Cilûberg                                               ji sedî 56,9 kêmkirin e

 

 

C.B