Tirkiye: Di 24 demjimêran de 126 kesan bi Covid -19 jiyana xwe jidest da
Li Tirkiyeyê 126 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 4 353 kesên din bi Koronayê ketin

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê 126 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 4 353 kesên din bi Koronayê ketin.
Wezarê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca, piştî civîna Desteya Zanyarî ya Rûbirûbûna Koronayê da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 126 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dane. Da zanîn di encamê pişkinînên îroyê de, testên 4 353 kesên din pozîtîf derketine.
Wezîrê Tendirustiyê her weha got, bi van amaran, hejmara mirinên bi koronayê gihîştiye 1 769 kesan û hejmara pêketiyan jî bilindi 78 hezar û 546 kesan bûye. Koca got, heta niha 8 631 kes baş bûne û rewşa tendirustiya 2 800 kesan jî giran e.
C.B