Li Kobanî amadekarî bo werzê palê tê kirin

Xwediyên derasan hem di metirsiyê nebûna mûsimê û hem jî di astengiyê peydakirina parçeyan û bilindbûna nirxê wê de ne.

K24 – Kobanî

Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdisanê, amedekariyên ji bo werzê çinînê tê kirin, lê xwediyên derasan hem di metirsiyê nebûna mûsimê û hem jî di astengiyê peydakirina parçeyan û bilindbûna nirxê wê de ne.

Li herêma Kobanî xwediyên derasan xwe ji bo demsala çinînê amede dikin û deraseyên xwe çêdikin. Miçoyê Zehîdê ku ev bûye 30 derasa wî heye, sal bi sal li vê şûnê li gel karkirên xwe derasa xwe çê dikin, lê ew gazincan ji kêmbûn û bihabûna nirxê parçeyan dike û dibêje, ji ber qedexekirina çûnûhatinê ew rastî hin astengiyan tê.

Li Koban li gor serjimêrên sala bûrî, 800 derase ketibûn tevgerê, lê îsal ji ber bihabûna kiriyên karkeran û kêmbûna rêjayê zeviyan, li gel metirsiya ji belavbûna nexweşiya Covîd-19, pêşbîn e tenê nêzî 400 derase bên amedekirin û derbasî kar bibin.

Salane deraseyên Kobanî li tevahiyê herêman belav dibûn, ku ji bilî herêma Cezîrê li parêzgehên Reqayê û Dêrazorê dexl diçinîn, lê îsal xwediyên derasan di wê metirsiyê de ne, ji ber vîrusa Koronayê gelek zehmetî û astengiyan di kar de bibînin.

 

 

Fly Erbil Advertisment