122'mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî
Di roja rojnemegeriya Kurdî de, Yekîtiya Ragihandina Azad dibêje, ku rojnemevanên Rojavayê Kurdistanê di salên Krîza Sȗriyê de rastî gelek binpêkirinan hatin e. Ji aliyê xwe ve, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriye di daxuyaniyekê de daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike, parastineke temam ji rojnamevanan re dabîn bike.
K24- Rojavaya Kurdistanê

Bi derbasbȗna 122 salan li ser belavbȗna yekemîn belavoka kurdî re, hin rojnemevan dibînin ku rojnemegerî li Rojavaê Kurdistanê tuneye.
Xweşman Qado yek ji rojnemevanên bajarê Qamişloye ȗ ji heyama nêzî 16 salan ve di warê ragihandinê de kar dike dibêje ku gelek gav jibo rojnemegeriyê li Rojava hatine avêtin, lê li ser asta civakê , rojnemegeriyê gavên pêwîst ta nuha ne avêtiye .
Li ser dirêjahiya 10 salên kirîza sȗriyê , gelek bipêkirin di der heqê rojnemevanan de li seranserî bajarên Rojhelat ȗ bakȗrê sȗriyê çêbȗn , hin rojnemevan di dema şopandina wan ji bȗyeran re jiyana xwe jidest dan, hin jî birîndarbȗn, herwiha hejmrek ji rojnemevanan li ser destê girȗpên nenas hatin revandin.
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad dibêje ku ji destpêka damezrandina yekîtiyê di sala 2012an de ȗ ta roja gelek gilî ȗ gazin ji rojnemevanan derbarê danustandina saziyên Rêveberiya Xweser ȗ hêzên ewlehiyê ji wan re tên, lê di çend salên dawiyê de ev yek kêm bȗye.
Di 22ê nîsana 1898 yekemîn belavoka kurdî bi navê ""kurdistna"" li ser destê mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate belav kirin ȗ ev dîrok weke roja rojnemegeriya kurdî hate naskirin.
Salane li Rojavayê Kurdistanê ev roj ji hêla welatî ȗ rojnemevanan ve tê bipîranîn ȗ hin çalakî bi bȗneyê têne lidarxistin , lê îsal ȗ jiber vayrosa korona bi tine di riya tora mîdiyaya civakî hate pîroz kirin .