Li Zaxoyê pêşangeha hevbeş a şêwekariyê bo mamosteyên Herêma Kurdistanê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, pêşangeha şêwekariyê ya salane bi beşdariya 76 mamosteyên hunermend ên ser bi 9 rêveberiyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê ve hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Pişka Çalakiyên Dibistanan a ser bi Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Zaxoyê ve hat organîzekirin. Di çalakiya îsal de, 76 mamosteyên ji her 9 rêveberiyên giştî yên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û Dîwana Wezareta Perwerdeyê bi sedan tabloyên şêwekariyê û berhemên destî beşdar bûn.
Mijara tabloyên pêşangehê azad bû û ji portre, xweza, berxwedana neteweyî heta bi hunerê hemdem gelek şêwazên cuda li xwe digirt.
Rêveberê Pişka Çalakiyên Dibistanan li Perwerdeya Zaxoyê Kelhî Ne'met derbarê lidarxistina pêşangehê de ji Kurdistan24ê re got: "Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê me pêşwaziyeke germ li mamosteyên seranserî Herêma Kurdistanê kir. Di vê pêşangehê de 76 mamosteyên me yên ji 9 rêveberiyên giştî ligel Dîwana Wezareta Perwerdeyê beşdar bûn. Ev cihê kêfxweşiyeke mezin e ku em van hemû berhem û tabloyên hêja li vir dibînin."
Di pêşangehê de teknîk û şêwazên nûjen ên şêwekariyê jî bal kişandin. Şêwekara krîstiyan Nazdar Daniyal ku bi berhemên ji cureyê "siruşta bêcan" beşdar bûbû, got: "Min bi hunerekî nû û hevçerx ê bi navê 'quilling' beşdarî kir ku ji çêkirina parçe bi parçe û lihevanîna kaxez û rengan pêk tê. Ev huner zêdetir di xêzkirin û duristkirina kulîlkan de xwe dide der û tê hezkirin."
Ji aliyê xwe ve, şêwekara ji Hewlêrê Xakaw Dilşad a ku bi tabloya xwe ya nîşandana xweza û tîrêjên rojê beşdar bûbû, derbarê felsefeya rengan de anî ziman: "Min di tabloya xwe de lihevhatin û kontrasta rengên sar û germ pêk anîye. Têkelkirina tîrêjên zêrîn ên rojê ligel siruştê sembola hêz, enerjî û berdewamiya jiyanê ye; lewma mirov dikare wê hêzê ji ronahî û jiyanê wergire."