Rawestandina geştên Asmanî li Herêm û Îraqê hate dirêjkirin

Biryara Rawestandina geştên Asmanî li Herêma Kurdistanê û Îraqê hate dirêjkirin.

K24- Hewlêr

Biryara Rawestandina geştên Asmanî li Herêma Kurdistanê û Îraqê hate dirêjkirin.

Desteya Firokevanîya Sivîl li îraqê biryara rawestandina geştên Asmanî heya 22yê meha Golanê dirêjkir, ew biryar jî hemû firokexaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li xwe digre.

Berîya niha jî, Desteya Firokevanîya Sivîl li îraqê, weke rêkarên xweparaztinê ji Vayrosê Koronayê, biryara rawestandina hemû geştan heya 23yê Nîsanê dabû.