Serok Barzanî: Em ji destûrî zêdetir daxwaz nakin, kêmtir jî qebûl nakin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di merasîma bidawîhatina gera 20ê ya Peymangeha Kadiran a PDKê de tekez li ser giringiya perwerdeya siyasî, bawerî-bi-xwebûna Kurdan û pêbaweriya bi destûrî di peywendiyên ligel Bexdayê de kir.

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Hewlêrê, merasîma bidawîhatina gera 20ê ya Peymangeha Kadiran a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi rêve çû.

Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li şagirdên serkeftî yên gera 20ê kir û spasiya berpirsê wê peymangehê û mamostayan jî kir, ji ber avakirina vî samanê mezin de. 

Serok Barzanî herwesa ragihand: "Divê şagirdên serketî feydeyekê zêde ji wî zanistî bibînin ê ku wergirtiye û perwerdeya siyasiyê bo kadiran gelek giring e, xasma jî di vê serdemê de. Divê kadirê me bi wî zanistî çekdar bibe, daku bikare li hember hemî astengiyan raweste."

Serok Barzanî amaje da dîrok û zerûreta damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê jî û got: "PDK di qonaxeka gelek hestiyar û zehmet de bo Kurdan hat damezrandin; lê PDKê nehişt bêhêvîbûn cîgir bibe û hêvî xist nav derûnê hemî Kurdan."

Serok Barzanî di gotara xwe de behsa şoreşên Kurdistanê jî kir û di derheqa Şoreşa Îlonê de ragihand: “Şoreşa Îlonê bi serkirdetiya Barzaniyê Nemir şoreşa hemî neteweya Kurd bû û Kurd ji hemî parçeyên Kurdistanê tevlî wê şoreşê bûn. Di Şoreşa Gulanê de jî, eger alîkariya birayên li Bakur û Rojavayê neba, me nedikarî berdewam bin.”

Serok Mesûd Barzanî di berdewamiya gotara xwe de herwesa got: "PDKê rastiya neteweyî gehande hemî parçeyên Kurdistanê û PDKê bawerî bi xwebûnê çê kir, ev rastî ye."

Serok Barzanî tekez li ser pêdivîtiya bawerî-bi-xwebûna Kurdan kir û ragihand: “Eger em bi xwe nebin, ti kesek me naparêze.” Berê xwe da kadirên PDKê jî û got: “Wê baweriyê bo hemî Kurdan çê bikin.”

Di derheqa rewşa niha ya deverê de, Serok Barzanî amaje da ku rewşa deverê gelek hestiyar e û kes nizane ber bi ku ve diçe. Wî destnîşan jî kir ku cengeka mezin di meha Sibata borî de rû da û Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ta astekî zêde ji belayeka gelek mezin hatin parastin.

Li ser peywendiyên ligel welatên cîran jî, Serok Barzanî got: “Em daxwaz dikin ku me çêtirîn peywendî hebin û em ne ligel Îranê û ne jî ligel Tirkiyeyê û ne jî ligel ti dewleteka dî dijmin in.” Serok Barzanî hêvî jî xwest ku cenga deverê ji holê rabibe û bi aştiyê bidawî bibe.

Di derheqa peywendiyên ligel Hikûmeta Federalî de jî, Serok Barzanî ragihand: "Peywendiyên me niha baş in û em li gorî destûrî daxwazê dikin, em daxwaza zêdetir ji tiştê di destûrî de hatî nakin û em kêmtir ji tiştê di destûrî de hatî jî qebûl nakin." 

Serok Barzanî herwesa behsa wê peymanê kir a ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî de hatibû îmzakirin û tekez kir ku eger ew peyman bê bicihanîn baş e, lê eger bi cih neyînin, em difikirin ka helwesta me dê çawa be.

Di dawiyê de jî, Serok Barzanî careka dî pîrozbahî li şagirdên gera 20ê ya kadiran kir û bawername û xelatên rêzlêgirtinê pêşkêşî mamosta û şagirdên serkeftî û derçûyî yên gera 20ê ya Peymangeha Avakirina Kadiran a PDKê kir, ku di wê gerê de 96 kes pişkdar bibûn.