Li Diyarbekirê Koronayê kelecana Remezanê nehiştiye

Li Bakurê Kurdistanê yekem roja Remezanê ji ber qedexeya Vîrûsa Koronayê bêdeng derbas bû.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê yekem roja Remezanê ji ber qedexeya Vîrûsa Koronayê bêdeng derbas bû. Welatiyan pêdiviyên xwe ji market û dikanên vekirî dabîn kirin. Dikandar ajame dikin ku ti kelecana danûstendina Remezanên berê nemaye. Welatî jî dibêjin ku ew bi zehmetî hînî Remezaneke bêdeng û  bêkelecan bibin lê ji ber parastina tenduristiyê dê pabendî rênimayan bin.

Li 8 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina kuçe û kolanan berdewam dike. Ji ber Vîrûsa Coronayê yekem roja Remezanê ji kelancan û coşa berê dûr di nav bêdengiyê de derbas dibe. Welatiyan ji market û dikanên ku di navbera demjimêr 09.00 - 14.00an de vekirîne pêdiviyên xwe dabîn dikin. Rêveberên marketan dibêjin; ji ber bandora Vîrûsa Coronayê ti coş û kelecana danûstendinê jî nemaye.

Rêveberê Marketê Hûseyîn Şan: "Îsal bazar gelekî sakîn bû, ne wekî salên berê bû. Salên berê kelacana welatiyan zêde bû, welatiyan ji bo xizmên xwe jî xurek dikirîn lê îsal tenê ji xwe re dikirin.  Welatî îsal nikarin herin serdanan jî. Her dîsa ji ber qeyranê danûstendina xwe jî kêm kirine."

Rêveberê Marketê Evdilbaqî Şan: "Welehî ew heycana berê nema ye. Ji ber vê nexweşiyê welatî nikarin derkevin derve, vê yekê jî danûstendina me daxist. Em hêvî dikin ev nexweşî dê xilas bibe û em û welatî em ê nefeseke rihet bistînin."

Li gorî ragihandina rêveberên market û dikanan, piraniya welatiyan ji beriya Remezanê pêdiviyên  xwe yên giştî dabîn kiribûn û van rojan jî tenê pêdiviyên rojane dabîn dikin. Li gorî ragihandina welatiyan, bihayên hin cureyên xurekan wekî nîsk û nok û fasulî û savar û birinc zêde bûne.  Welatiyên ku ji ber qeyrana Coronayê ji kar hatine dûrxistin dibêjin ew xemgîn in ku di nav qeyrana tenduristî û abûrî de Remezanê pêşwazî  dikin lê  ji bo parastina tenduristiyê dê pabendî rênimayan bin.

Welatî Mekîn Bayram: "Gelek ferqa Remezanê îsal û yên berê de heye. Ji ber vê nexweşiyê ew kelecana berê nema ye. Em jî li mala xwe rûniştine, ma em çi bikin. Çi amadekariyên me yên wekî berê jî tune ne."

Welatî Faruk Dag: "Ya rast îsal ji ber Vîrûsa Coronayê em bi xemgînî Remezanê pêşwazî dikin. Xwezî ne wisabûya lê em neçar in ku wisa qebûl bikin. Em  ê dua bikin ku ev nexweşî zû ji nav me rabe. Welatî ji tirsa nexweşiyê di malê xwe de ne lê em bi hêvî ne ku dê Remezanên salên bê bi coş û kelecana berê em pêşwazî bikin."

Di çarçoveya tedbîrên Vîrûsa Coronayê de mizgeft jî girtî ne lê bang tê xwendin. Piştî xwendina bangî ji minareyan dua tên kirin û welatî di mijara pabendbûna rênimayan de tên hişyarkirin. Konên firtarê jî îsal nehatin vedan lê şaredarî xwarina çêdikin û li welatiyên ku pêdiviya wan pê hene belav dikin. Ev der jî bazara Sûra Diyarbekirê ye. Ev bazara ku yek ji navendên danûstendinên Remezanê niha bêdeng e. Lê dê ev bazar 27ê Nîsanê roja Duşemê dîsa were vekirin.  Rayedar welatiyan di mijara pabendbûna rênimayan de hişyar dikin û dibêjin; ji bo ku Remezanên salên bê bi kelecan û coş pêşwazî bikin divê îsal pabendî rênimayan bibin.