Firokeyeke Tirkiyê xaleke asayişa Kobanê bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke asayişa Kobanê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê xaleke asayişa Kobanê bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê li Kobanî da zanîn, îro danê sibê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiye xaleke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (asayiş) li Kobanê bi du bombeyan armanc kir.

Peyamnêrê diyar kir, piştî bûyerê, hêzeke Rûsî ew navçe dorpêç kir û got ku ewê lêkolînê derbarê vê bombebaranê de bikin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, du bombe li pêşiya xala asayişê ketin û ziyan gihîştiye otombîlekê.

Piştî bûyerê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, bombeyek denjimêr 3:00 û bombeya duyem demjimêr 3:45 hatin avêtin, lê ti ziyanên canî ji encamê rû nedan.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir, ew pabend in bi banga navdewletî ya ji bo agirbestê. Herwiha daxwaz ji welatên gerentîkar kir jîm agirbest li hemû navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re bê ragihandin û divê jiyana welatiyan bê parastin.

  

S. B