Brîtanya li ser teqîna Efrînê hate deng

Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî dilgiraniya xwe ji teqînên li Efrînê nîşan da û daxwaza agirbestekê li seranserî Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî  dilgiraniya xwe ji teqînên li Efrînê nîşan da û daxwaza agirbestekê li seranserî Sûriyê kir.

Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî  James Cleverley li Twittera xwe teqîna duhî ya Efrînê şermezar kir û ragihand, raportên behsa teqîna Efrînê dikin, diyar dikin bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, raportên metirsîdar in.

Got jî: Brîtanya bang li Netewên Yekgirtî û hemû aliyan dike, ta agirbestekê li seranserî Sûriyê rabigihînin, ji ber ku Sûriyan gelek êş û azar dîtine.

Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî hate kirin, di encamê de, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ev wek mezintirîn teqînên heta niha li Efrînê rû dane, tê hejmartin.

 

S. B